CENTCOM: Dorpêça li ser benderên Îranê berdewam e
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê bi awayekî tund tê domandin.
RûpelNews - Di parvekirineke vîdyoyî de li ser hesabê Xê CENTCOMê, hat ragihandin ku hêzên Amerîkî heta niha 85 keştiyên bazirganî ber bi rêyên alternatîf ve zivirandine.
“Berê 85 keştiyên bazirganî dane rêyên alternatîf”
Di parvekirinê de wiha hat gotin: "CENTCOM bi tundî sepandina ambargoya DYAyê ya li ser benderên Îranê didomîne. Hêzên DYAyê heta niha 85 keştiyên bazirganî ber bi rêyên alternatîf ve araste kirine da ku pabendbûna tam bi rêzikan re misoger bikin."
Di vîdyoyê de dîmenên çalakiyên şopandin û dûrxistinê yên ku ji aliyê hêzên Amerîkî yên li herêmê ve tên meşandin, hatin nîşandan. Daxuyaniyê tekez kir ku çûnûhatina deryayî di bin kontrolê de ye û operasyonên ji bo cîbicîkirina dorpêçan berdewam in.
