CENTCOM: Amerîkayê bi hevkariya Urdinê alîkarî gihand Xezzeyê

17 adar 2024 12:35
CENTCOM: Amerîkayê bi hevkariya Urdinê alîkarî gihand Xezzeyê

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi hevkariya Amerîka û Urdir bi rêya asmanî alîkariyên mirovî bo Xezzeyê hatine gihandin.

CENTCOMê daye zanîn, bi hevkariya hêzên asmanî yên Urdinê 16ê Adarê bi rêya asmanî alîkarî li ser xelkê sivîl ên bakurê Xezzeyê hatine belavkirin.

Hate diyarkirin di operasyona alîkariyê de, xidayên ji aliyê Urdinê ve hatibûn dabînkirin hatine belavkirin û balafireke C-130 ya Amerîkayê hatiye bikaranîn.

 Hate ragihandin , Amerîkayê 16 pakêt birincê ji 170 kîloyan pêk dihatin, ard, şîr, meqerne û xurekê jiyana mirovan rizgar dikin gihandiye Xezzeyê.