Ji Amerîkayê bo Ukrayna alîkarî, bo Rusya ciza

05 hezîran 2026 09:17

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê pêşnûma yasaya ku tê da daxwaza alîkarî li Ukraynayê tê kirin û gemaro li ser Rûsyayê disepîne qebûl kir.

Ji Amerîkayê bo Ukrayna alîkarî, bo Rusya ciza

RûpelNews - Pêşnûma yasaya ku alîkariya Ukraynayê dihewîne di Lijneya Giştî ya Meclîsa Nûneran Amerîkayê de bi dengê 226 dengan hat pejirandin. 195 kes dengê 'na' dan.

Nûnerên Demokrat piştgiriya pêşnûma yasayê dikirin ligel wan 19 Nûnerên Komarparêz û kesekî serbixwe jî wek Demokratan dengê 'erê' dan. Ev yek wekî 'li nav Komarparêzan wek nebûna yekitiya fikrî' hat nirxandin. 

Balyoza Ukraynayê ya li Amerîkayê Olha Stefanishyna di hisaba xwe medyaya civakî  pejirandina pêşnûma yasayê nirxand û got: "Biryareke girîng e û ev biryar nîşaneya berdewamya piştgiriya du partiyan e bo Ukraynayê."