Çend kesên nenas li Silêmaniyê êrîsî baregeha PDKê kirin
30 rêbendan 2021 14:00
PeyamaKurd – Di destê sibeha îro de, li Silêmaniyê, çend kesên nenas gulle bera baregeha navçeya 1 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dan.
Li gor zanyariyan, vê sibê, di saet 06:13ê de gulle li baregeha navçeya 1 a Partita Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Silêmaniyê hatin berdan.
Herwiha jêderekî ji bûyerê agahdar diyar kiriye, bi otomobîleke cûreya Toyata Land Cruiser, nêzîkî 20 gulle li baregehê hatin berdan.
Hatiye destnîşankirin, ku tenê zerarên madî derketiye û zerar negihiştiye canê tu kesî.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Kesên nenas êrîsî gora hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Mamlê kirin
09 rbn 2021
Jiyan
Ji Îsraîlê êrîsa Humsê: 3 kesên nenas hatin kustin
31 cot 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin