Îsraîl êrîsî ser çend ciyên li basûrê Samê kir
PeyamaKurd – Ajansa Sûriyê ya SABAyê ragihand ku hêzên hewayî yên artêşa Îsraîlê li başûrê Şamê li çend ciya xistiye û di êrîşan de çend kesên sîvîl hatine kuştin û di avahiyan de xesaret çêbûye. Li gor SANAyê ku binkeya xebera xwe dibe ser çavkaniyekî leşkerî, êrîş di wextê nîvro di 13.00an de bûye. SANA tenê got:
“Di êrîşê de xesare çêbû, çend sîvîl mirin û birîndar bûn.”
Balyozê Îranê yê Şamê Huseyn Ekberî di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand:
“Ti navendekî Komara Îslamê ya Îranê li Şamê neketiye ber êrîşa Îsraîlê. Ti hemwelatiyekî Îranê şehîd neketiye. Êrîşê çavgirtî yên Siyonîstan rewtê berxwedanê naşkêne.”
Li Şamê û dora wê artêşa Sûriyê, grûbên bi desteka Îranê û Hîzbûllaha Lubnanê hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin