Ji Îsraîlê êrîsa Humsê: 3 kesên nenas hatin kustin
PeyamaKurd - Di êrîşa Îsraîlê li herêma Qisêr a gundewarê başûrê Humsê de 3 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Îsraîlê êrîşî herêma Qisêr a gundewarên başûrê Humsê kir û di encamê de 3 kesên nenas hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin, balafira şer a Îsraîlê 3 êrîş li herêma Cisir Def a başûrê bajarê Qisêr li nêzî stasyona avê pêk anîne. Li gorî SOHRê, embarên li herêma pîşesaziyê li hundirê bajêr, nêzî bajarokê Hewş Seyid û herêma Meşarî El Qai li sînorê Sûriyeyê-Lubnanê hatine bombebarankirin.
SOHRê eşkere kir, Îsraîlê ji destpêka îsal ve ji wan 109 hewayî û 25 bejahî 134 caran li ser xaka Sûriyê pêk anîne ku di encamê de, 43 welatî û 271 leşker hatine kuştin û 188 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin