Çekdarên Talîbanê gule li ser xwepêsanderan resand: Herî kêm 3 kes hatin kustin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di xwepêşandanên Jalalabadê yên li dijî Talîbanê de çekdarên rêxistina Talîbanê 3 xwepêşander kuştine.
Li gorî ragihandina şahidan, li bajarê Jalalabad yê Afganistanê îro Çarşemê di xwepêşandana li dij tevgera Talîban de ku dest daniye ser rêveberiya welat, herî kêm 3 kes hatine kuştin. Li gorî zanyariyan çekdarên Talîbanê gule li xwepêşanderan reşandine û bi dehan kes jî birîndar bûne.
video: Taliban shootings continue
— Botin Kurdistani (@kurdistannews24) August 18, 2021
Death toll rises to 5 & 17 injured in the city of #Jalalabad , #Bamyan & #Asadabad in #Afghanistan
Afghans came to the streets on Wednesday, demanding to reinstalled Afghan national flag on gov buildings
#أفغانستان #كابل #طالبان #Kabul pic.twitter.com/IO2SNVAulH
Di dema xwepêşandanên li dijî Talîbanê de li bajarê rojavayê Afganistanê Jalalabad, du şahid û rayedarekî polîsê berê ji ajansa Reutersê re diyar kirine, piştî ku rûniştevanên bajêr hewl dane ala neteweyî ya Afganistanê li meydana navenda bajêr bilind bikin çekdarên Talîbanê gule bi ser xwepêşanderan de reşandine.
Bajarê Jalalabad nêzî 150 km (90 mîlan) dikeve rojhilatê paytexta Afganistan Kabulê.
Li gorî ragihandina Reutersê wekî medyakar derbarê bûyerê de ew nikarin bigihînin berdevkê Talîbanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin