Fermandarê Pêsmerge: Çekdarên PKKê gule bi ser hêzên me de resandin, me jî bersiv da
18 gulan 2021 22:12
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Gulanê piştî nîvro, li bajarokê Sîdekan ê sînorî di dema çêkirina rêyeke li nêzîkî xala kontrolê ya Pêşmerge de, çekdarên PKKê teqe li hêza Pêşmerge kir.
Derbarê bûyerê de, Fermanderê Fermandariya Halgurd a Hêzên Pêşmerge Behram Arîf Yasîn diyar kir ku li navçeya sînorî ya Soranê çekdarên PKKê teqe li hêzên Pêşmerge kirin û wan jî bi tundî bersiv daye wan.
Herwiha Behram Arîf Yasîn gotiye, “Ev demeke dirêj e em li herêmê ne û hêzên me xwestinê rêya hatûçûnê çak bikin, lê hejmareke çekdarên PKKê gule li pêşmergeyên me reşandin û me jî bi tundî bersiva wan da.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Sihêla 3 çekdarên PKKê êrîsî Pêsmergeyan kir: Pêsmergeyek birîndar bû
29 trm 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin