Çekdaran gule li xwepêsanderên dijî asayîbûna Enqere-Samê resand
06 îlon 2024 21:33
PeyamaKurd – Li bajarê Babê yê Sûriyê ku di bin kontrola komên çekdarên opozîsyonê û artêşa Tirkiyê de ye, li dijî vekirina deriyê Ebû Zendên ê rojhilatê Helebê û asayîkirina têkiliyên Enqere-Şamê xwepêşandan hate lidarxistin.
Hate ragihandin ku di xwepêşandana nerazîbûnê ya xelkê Babê de, çekdaran gule li xwepêşandêran barand.
Li gorî ragihandina Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) xelkê Babê li dijî vekirina deriyê Ebû Zendên û siyaseta normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re çalakiyeke protestoyî li dar xist.
Lê belê çekdarên bi navê "Polîsên Leşkerî" bi guleyan êrîşî ser girseyê kir ku nehatiye zanîn bê kuştî û birîndar hene yan na.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Efrîn | Çekdaran karkerên Kurd dan ber guleyan û 12 ji wan revandin
15 sbt 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin