Çekdarên nenas mamosteyek kustin

24 berfanbar 2021 13:32
Çekdarên nenas mamosteyek kustin

 

PeyamaKurd –  Çekdarên nenas, mamosteyek li taxa Yekê Hezîranê ya bajarê Kerkûkê kuştin.

Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî Şiwanî do di derbarê bûyerê de diye zanîn, îşev li taxa Yekê Hezîranê ya bajarê Kerkûkê, hemwelatiyekî ku pîşeya wî mamosta bû û bi netew jî Ereb, ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.

Herwiha eşkere kir, derbarê bûyerê de hêzên polîs dest bi lêkolînê kirine.

Li gor zanyariyên berdest, kesê ku hatiye kuştin navê wî Cume Hayse ye û temenê wî jî 45 salî ye.