Çekdarên nenas li Selahedînê êrîs kir: 2 leskerên Iraqê hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa komeke çekdar de, li parêzgeha Selahedînê, herî kêm 2 leşkerên Iraqî hatin kuştin.
Li gorî ragihandina çavkaniyek ewlehîya Iraqê, doh hin çekdarên nenas li dijî foca duyemîn a Lîwa Mexawîr ya Fermandriya Operesyonên Selahedînê êrîşek pêk anî.
Li gorî heman çavkaniyê, di encama êrîşê de 2 leşkerên Iraqî hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Heta niha ti aliyekî ew êrîş li xwe negirtie, lê li gorî hin çavkaniyan ew êrîş ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, doh Tora Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihandibû ku di encama operasyonekê de, li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê herî kêm 5 stargehên DAIŞê hatine ruxandin û çend barên cebilxaneyan jî hatine bidestxistin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê ragihandiye ku di bombebarana balafirên Hevpeymaniya Navdewletî de, li çiyayê Hemrînê de, 2 çekdar hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin