Çekdarên nenas êrîsî baregeha îstixbarata Sûrî kir: Efserek hat kustin…
16 nîsan 2023 18:40
PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdaran li Quneytrayê êrîş biriye ser baregeha îstixbarata rejîma Sûriyê û di encamê de efserekî artêşa Sûriyê hatiye kuştin.
Li gorî SOHRê çekdarên nenas êrîşî baregeha îstîxbarata leşkerî ya hêzên Şamê li ser rêya Mişêrfê-Resim El Xewalid a gundewarê parêzgeha Quneytrayê kir.
Hat diyarkirin, di encama êrîşa ku çekên giran û topên RPG hatin bikaranîn de, efserê baregehê hat kuştin û 4 endamên din jî birîndar bûn.
Herwiha 14ê Nîsanê jî berpirsê beşa lêkolînan a baregeha ewlehiya rejîma Sûriyê li bajarê Newa yê Derayê ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
SOHR: Çekdarên nenas êrîsî navendeke rejîma Sûriyê kir
02 hzr 2022
Jiyan
Çekdarên nenas bi guleyan êrîsî namzedekî hilbijartinan kir
09 cot 2021
Cîhan
Çekdarên nenaskirî êrîsî mala çalakvana mafê mirovan kirin
24 îln 2021
Cîhan
Çend kesên nenas li Silêmaniyê êrîsî baregeha PDKê kirin
30 rbn 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin