Çekdarên nenas bi guleyan êrîsî namzedekî hilbijartinan kir
09 cotmeh 2021 15:03
PeyamaKurd – Çekdarên nenas bi guleyan êrîşî namzedekî hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê kirin.
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê, şeva 08.10.2021ê çekdarên nenas bi çekan êrîşek li hember namzedê Tevgera Wefa ya Iraqê Sedîr Xefacî pêk anîne.
Zanyariyên çapemeniya Iraqê diyar dikin, di dema Sedîr Xefacî li mala Şêx Ews Xefacî ya li navçeya Kerade ya Bexdayê hatiye der, gule li wî hatine berdan.
Êrîşa çekdarî li dû xwe ziyanên madî gîhand otomobîla wî namzedî, lê tu ziyaneke canî pêk nehat.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Çekdarên nenas êrîsî baregeha îstixbarata Sûrî kir: Efserek hat kustin…
16 nsn 2023
Jiyan
SOHR: Çekdarên nenas êrîsî navendeke rejîma Sûriyê kir
02 hzr 2022
Cîhan
Çekdarên nenaskirî êrîsî mala çalakvana mafê mirovan kirin
24 îln 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin