Çekdarên koma Sultan Murad li Efrînê jinek û keça wê revandin
13 gulan 2022 17:30
PeyamaKurd – Çekdarên koma Sultan Murad a ser bi Tirkiyê ve, li gundê Dêr Siwanê ya ser bi bajarokê Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, jinek û keça wê revandin.
Çalakvanên xwecihî diyar kir, roja 12ê Gulanê li gundê Dêr Siwanê ya ser bi bajarokê Şera yê Efrîna, çekdarên koma Sultan Murad bi hinceta ku wan bibin Tirkiyê, jinek û keça wê ku ji bajarê Şamê koçber bûne revandin û daxwaza fidyeyê kirin.
Herwiha hat ragihandin, hevdem ewlekariya siyasî ya ser bi komên çekdar, welatiyekî Kurd ê xelkê Efrînê beramberî 3500 lîreyên Tirkî berda ku di 7ê Gulanê de bi hinceta pêwendiya wan li gel hêzên Kurdî hatibû girtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Efrîn | Çekdarên koma Siltan Murad 156 darzeytûnên 9 cotyarên Kurd birîn
26 rbn 2022
Jiyan
Çekdarên Ehrar El Sam li Efrînê 3 kes revandin
08 trm 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin