DEAS iyê li Efrînê kustin, derket ku failê bûyerên Sûrûc û Sultanahmedê ye
PeyamaKurd – Yek ji berpirsê DEAŞ ê yê ku ji aliyê Amerîka de li Efrînê hat kuştin yê bi navê Maher al-Agal, hat ragihandin ku ew plandanerê teqînên bûyera Sûrûcê, Sultanahmedê û gelek bûyerên dinê ye û gelek xwekujiyên bi bombeyî plan kiriye. Her weha kesê bombeyên di sînor de derbaskiriye Tirkiyê ew bi xwe ye.
Fermandariya Hêzên Navendê (CENTCOM) nêzî Cenderesê di hewayê de êrîş biribû ser DEAŞ ê û ragihand ku wan yek ji rêvebirê DEAŞ ê yê di asta bilind de, Maher al-Agal kuştine. Ragihandina CENTCOM ê bi nivîskî hat kirin û got ku nêzê Cenderesa ser Efrînê êrîşê du kesên DEAŞ ê kirine. Di daxwuyaniyê de weha got:
“Di êrîşê de yek ji 5 lîderên DEAŞ ê û hem rêvebirê DEAŞ ê yê Sûriyê Maher al-Agal hat kuştin. Kesekî ku têkiliya wî bi Maher re hebû, ew jî giran birîndar bû. Ji bo operasyon serkeftî be, planekî baş hat çêkirin. Li gor zanîna me, di êrîşê de kesên sîvîl nehatine kuştin.”
Berdevkê CENTCOM ê albay Joe Buccino jî ragihand ku Al-Agal yek ji rêvebirên DEAŞ ê bû, hem alîkariya firehbûna tora DEAŞ ê dikir û weha dewam kir:
“Ev êrîş îsbat dike ku CENTCOM girêdayê herêmê ye û têkçûna DEAŞ ê ya mayîn de teyîd dike.”
Maher al Agal, berê waliyê Şamê yê DEAŞ ê bû. Di nav lîderên DEAŞ ê de di rêza 4 em de bû. Di êrîşa 2014 an ya Kobaniyê de cîh girtibû. Birayê wî Fayiz al Agal waliyê Reqayê yê DEAŞ ê bû. Di hezîrana 2020 an de hêzên koalîsyonê ew kuşt.
Yek ji êrîşkerên bûyera Sûrûcê Suleyman al Agal, li ser kurmamê xwe Maher el-Agal weha gotibû:
“Ez zanim di wexta ku teqîna Sûrûcê çêbû, ew fermandarê sînor bû. Fermana teqîna Sûrûcê dabû, bombê ew peyda kiribû û di sînor de dabû derbaskirin.”
Li gor Mala Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR) el-Agal ew kese ku nasnameyekî sexte ya ku ji aliyê meclisa Efrînê ya cîh de, ji bo wî hatiye dayîn heye, di partiya ku Tirkiye destekê didê ya bi navê Ahrar Al-Şarqiyyah (Ceyş El Şarkiyya) de fermandare û navê wî di partiyê de “Maher Al-Akkal” e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin