‘Çekdarên Sultan Murad li herêma sînorî destwerdana cinsî li 3 jinan kir’

06 tebax 2023 15:03
‘Çekdarên Sultan Murad li herêma sînorî destwerdana cinsî li 3 jinan kir’

PeyamaKurd – Çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê ragihandine ku çekdarên Sultan Murad ên artêşa Tirkiye piştevaniya wan dike, dewleta li ser sînorên Sûriye-Tirkiyeyê destwerdana cinsî li 3 jinan kirine.

Li gorî çavkaniyan, bûyer li aliyê navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê qewimî ye û çekdaran 3 jin îxfal kirine ku navê wan nehate eşkere kirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku çekdaran gef li wan jinan xwariye ku vê tawanê eşkere nekin, heke na wê bên kuştin.