Çekdaran li Serê Kaniyê û Bakurê Kurdistanê 18 sivîl desteser kirin
09 tebax 2023 22:31
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku çekdarên koma Ehrar el-Şerqiye li ser sînorê Serê Kaniyê û Bakurê Kurdistanê 18 sivîl desteser kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku li Serê Kaniyê çekdarên koma Ehrar el-Şerqiyeyê ya Tirkiye piştevaniya wê dike, 18 sivîl desteser kirin ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.
Hatiye diyarkirin ku di nav kesên hatine desteserkirin de jin û zarok jî hene û ew birine cihekî nediyar.
Li gorî SOHRê 7ê Tebaxê jî li gundê Mebrûkeyê yê li rojavayê Serê Kaniyê, polîsên leşkerî 8 kes desteser kirine ku dixwestin bi rêya qaçaxçiyan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Rojava | Çekdaran li Serê Kaniyê du girên sûnwarî talan û wêran kirin
05 nsn 2022
Koçber
Li Serêkaniyê û Girê Spî xwepêşandan hatin kirin
02 rbn 2026
Kurdistan
Li Bakurê Kurdistanê rêyên zêdetirî 3 hezar gundan asê bûn
31 brf 2025
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin