Çavusoglu telefona sersaxiyê da Nêçîrvan Barzanî

20 mijdar 2020 00:57
Çavusoglu telefona sersaxiyê da Nêçîrvan Barzanî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoğlu telefona serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî kir û bo wefata parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî sersaxiyê kir.

Di axaftina Barzanî û Çavuşoğlu de, Çavuşoğlu taziyeyên xwe bo wefata Firset Sofî gihande Nêçîrvan Barzanî.

Di 19 ê cotmeha 2020 an de testa parêzger Firset Sofî posîtîv derketibû û li ser rewşa wî giran bû, wî sewqê nexweşxaneyekî taybet ya Ankarayê kiribûn. Sofî duhî jiyana xwe ji dest dabû û îro cenazê wî bi balafirê birin Hewlêrê û li goristana Şêx Ahmed defin kirin.