Çavusoglu: Pêsniyarên nû yên Amerîkayê hene...
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvînekê de, li ser mijara nexşerêya Minbicê û derxistina YPG/HSDê ji herêmên Rojhilatê Firatê got, Amerîkayê Jeffrey şandiye Tirkiyê, dibêjîn pêşniyarên me yên nû hene.
Çavuşoglu diyar kir ku heta niha li ser avakirina herêma ewle û pêkanîna neşxerêya Minbicê di navbera wan û Amerîkayê de pêşveçûn çênebûye û wiha peyivî:
“Mebest bi nexşerêyê, derxistina YPG/PKKê û radestkirina Minbicê bo xelkê herêmî bû. Nêzî 14 meh çêbûn, encam tune. Heger herêma ewle çênebe û terorîst neyên paqijkirin emê operasyonê bidin destpêkirin. Amerîkiyan Jeffrey (Nûnerê Taybet bo Karûbarên Sûriyê yê Amerîkayê James Jeffrey) şandin, gotin di civînên ku îro destpê dikin de pêşniyarên wan ên nû hene. Êdî lazim e di vê mijarê de, em gavên zelal bavêjin. Hem ji bo ewlekariya Tirkiyê, hem jî ji bo yekparçebûna Sûriyê girîng e. Di rûyê YPGê de gelek mirovên hatine Tirkiyê venegeriyane hene. Lewma jî nabe ev kar hilawistî bimîne.”x
Çavuşoglu, li ser mijara hebûna PKKê li Iraqê jî da xuyakirin, ew dixwazin gavên girîng yên ewlekariyê bi Hikûmeta Iraqê re bavêjin û niha hevdîtinan bi Iraqê re pêk tînin.
Wezîrê Tirk diyar kir ku ew dixwazin Hikûmeta Iraqê gavên berçav bavêje û pêwîst e PKK li Iraqê nemîne û got: “Em dixwazin bi Hikûmeta Iraqê re li dijî PKKê operasyonan pêk bînin. Lê di warê hevkariyê de kêmasî hene.”
Çavuşoglu ragihand ku di demek nêzîk de ew ê serdana Iraqê bike û piştre jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê serdana Iraqê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin