Çavusoglu: Em bi pêsniyarên Amerîkayê tetmîn nebûn, êdî sebra me nemaye!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, li ser danûstandinên Tirkiye-Amerîkayê yên derbarê avakirina herêma ewle li Sûriyê de, da xuyakirin ku ew bi pêşniyarên Amerîkayê yên derbarê avakirina herêma ewle de tetmîn nebûne û êdî sebra wan nemaye.
Çavuşoglu beriya niha li ser serdana şanda Amerîkî ya bi Seroktiya Nûnerê Taybet ê Sûriyê James Jeffrey ragihandibû ku pêşniyarên nû yên Amerîkayê li ser avakirina herêma ewle û rewşa Sûriyê hene.
Wezîrê Tirk îro li ser hevdîtinên ligel şanda Amerîkî da xuyakirin ku ‘pêşniyarên Amerîkayê ne di asta ku wan tetmîn bikin de ne’ û got, “Em dibînin ku vê carê jî wekî meseleya Minbicê dixwazin me mijul bikin. Hin fikrên wekî dewriyeyên hevbeş hene di navbera leşkeran de. Kûrahiya rûbera herêma ewle, kesên wê kontrol bikin û derxistina YPGê ji wê derê mijarên hesas in.”
Çavuşoglu diyar kir ku ew dixwazin demên pêş bi pêşniyarên Amerîkayê yên tetmînkar bigihîjin rêfeftinekê û got, “Me 4ê Hezîrana 2018an li ser nexşerêya Minbicê bi Pompeo re li hev kiribû. Wê ew prose di nav 90 rojan de temam bibûye û emê derbasî Rojhilatê Firatê bibûna. Lê hîn jî ew prose temam nebûye.”
Wezîrê tirk li ser roja şanda Amerîkî li Tirkiyê bû, serdana fermandarê CENTCOMê bo Rojavayê Kurdistanê û hevdîtinên ligel fermandarên HSDê jî got, “Roja hevdîtinan fermandarê CENTCOMê bi YPGê re civiya, ev jî nîşaneya nesamîmîbûnê bû. Divê zûtirin demê em bi Amerîkayê re li ser herêma ewle li hev bikin. Êdî sebra me nemaye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin