Çavusoglu bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re axivî
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re axivî.
Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar kir, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di pêwendiya telefonî de ligel hevtayê xwe Çavuşoglu, ji ber ku Recep Tayyîp Erdogan car din wek serokomar hat hilbijartin û di hilbijartina parlementoyê de serkeftin bi dest anî, pîrozbahî kir.
Herwiha di pêwendiya navbera Çavuşoglu û Blinken de mijarên weke amadekariyên civîna Mekanîzmaya Stratejîk a ku tê plankirin di serdema bê de were kirin, hevkariya di warê pîşesaziya parastinê de, êrîşa li New Yorkê ya li dijî Turkeviyê, pêvajoya endamtiya Swêdê bo NATOyê û Peymana Dexlûdanê ya Stenbolê hatine gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin