Çavusoglu bi rêya telefonê Fûad Hûsên pîroz kir

07 hezîran 2020 12:53
Çavusoglu bi rêya telefonê Fûad Hûsên pîroz kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê nû li Iraqê Fûad Husên ku doh ji pişka Kurdan hat ser erka wezîrtiyê, bi rêya telefonê pîroz kir.

Li gorî medya Tirk, Çavuşoglu bi rêya telefonê pêwendî ligel Fûad Husên pêk aniye û erka wî ya nû pîroz kiriye.

6ê Hezîranê Parlamentoya Iraqê bawerî da 7 wezîrên bo wezaretên vala yên hikûmeta Mistefa Kazimî ku Fuad Hûsên jî wekî Wezîrê Derve yê Iraqê hat hilbijartin û bawerî stand.