Cara yekem robotekî zîrektiya çêkirî bû CEOyê kompaniyekê
02 îlon 2022 23:50
PeyamaKurd – Kompaniya NetDragon Websoft a Çînê ku li ser robotên mirovî yên zîrektiya çêkirî dixebite, robotê bi navê Tang Yu wekî CEOyê kompaniyê destnîşan kir.
Li gorî daxuyaniya kompaniyê wê ew robotê jin ê zîrektiya çêkirî proseya kar û xebatê sererast bike û kalîte û leza kar zêde bike.
Hatiye diyarkirin ku wê ew robotê mirovî bi bedena xwe ve tune be, lê li ser sîstema înternetê rola xwe bicih bîne ku hatiye diyarkirin, ew dê ji bo hemû xebatkarên kompaniyê jî adil be û kargehê berhemdartir bike.
Derbarê robotê mirovî yê navborî de kompaniyê zêde hurgilî belav nekirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Tenduristî
Elon Musk: Heta dawiya sala bê wê hisê çêkirî ji yê mirovan derbas bike
10 nsn 2024
Tenduristî
Japonyayê yekem wesayîta xwe ya zîrek daxist hevyê
26 rbn 2024
Teknoloji
Li Hewlêrê cara yekem Konferansa Hisê Çêkirî hat lidarxistin
02 hzr 2024
Teknoloji
Li Hewlêrê cara yekem konferansa hisê çêkirî tê lidarxistin
28 gln 2024
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin