Bûyera Surûcê: "Esnafê 25 sale jî kirin PKKyî"

16 hezîran 2018 01:05
Bûyera Surûcê: "Esnafê 25 sale jî kirin PKKyî"

PeyamaKurd - Xizmên kesên ku di bûyera Surûcê (Pirsûs) de hatin kuştin derbarê bûyerê de axivîn û diyar kirin ku, "Esnafên 25 sale çawa dibe ku bibin PKKyî?"

Hat ragihandin ku li navçeya Surûca ser bi parêzgeha Rihayê li Tirkiyê dema endamên Partiya Dadwerî û Geşedanê (AKP) xwestiye serdana esnafan bikin û esnafan bertek nîşanî wan dabû û di encamê de şer û pevçûn derketibû. Herwiha di encama şerî de 4 kes hatibû kuştin û 9 jî birîndar bibûn.

Xizmê Celal Şenyaşar û Adil Şenyaşar ku di bûyerê de hatibûn kuştin, Ahmet Şenyaşar ragihand ku, “ew kesên dixwazin xizmin me nêzî PKKê bidin nişandan derewan dikin."

Li gorî agahiyên medyaya herêmî xizmê her du birayên ku hatin kuştin Ahmet Şenyaşar derbarê bûyerê de axiviye û gotiye ku, "Li cihê bûyerê êrişê 3 birayan li nexweşxanê jî bi kêran êrişî bavê wan û birayekî wan ê din dikin. Bi tevahî xwestin ku 6 kesan bi kêran û çekan qetl bikin. 2 kes hatin kuştin û rewşa kesekî jî giran e. Li nexweşxanê li ber çevên polîsan êrîşê xizmin me kirin."

Xizmekî din ê kuştiyan got: "Nûçeyên ku di çapemeniyê de cih girtin derew in. Him dibêjin ew PKKyî ne him jî dibêjin bûyer wan derxistiye. Qaşo dibêjin ku xizmên me bi çekên giran êrişî AKPyî yan kirine. Çekên giran bi AKPyî yan re hebûn ne bi xizmên me re. Xizmên me ev 25 sal in li Sirûcê esnafiyê dikin. Esnafên 25 sale çawa dibe ku bibin PKKyî. Kesên kuştî yên me ne, lê dîsa jî sûcdar em in.”

 

Li aliyekî din Kovara navdar ya Amerîkî TIME jî li ser vê bûyerê nivîsek belav kir û ragihand ku çapameniya dewletê berevajî çavkaniyên herêmî bûyerê nîşan didin. TIME destnîşan kir ku bûyer piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû hilbİjêrên HDPê hildin markajê pêk hatiye.

Nivîsa kovarê wiha ye:

Li gorî ragihandina BBCyê dema parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildiz serdana esnafan a li navçeya Sirûcê ya bajarê Rihayê ku piraniya niştecihên wê kurd in dikir, pevçûn di navbera wan û esnafan de derket.

Li gorî ragihandina Ajansa fermî ya Tirkiyeyê Anadolu Ajansi û çapameniyên nêzî hikûmetê; esnafên kurd êrişî parlamenter û kesên pê re bûne kirine û birayê parlamenter kuştine. Lê li gorî ragihandina BBCyê ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, namzed dema ku bi kêfxweşî nehat pêşwazîkirin, pasevanên parlamenter gule li ser esnafan reşandine.

PKK