Brîtanya: Hinek zarok ji ber semptomên koronayê mirine

29 nîsan 2020 00:01
Brîtanya: Hinek zarok ji ber semptomên koronayê mirine

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Brîtanyayê Matt Hancock îro Seşemê ragihand ku hejmarek zarokên Brîtanî yên berê nexweşî bi wan re nebûye, îhtîmal e ku bi semptomên girêdayî nexweşiya Covid-19 can dabin.

Wezîrê Brîtanyayê bêyî ku hejmara miriyên zarok eşkere bike bal kişand ser ku ew nexweşîyeke nû ye û bi texmîna wan pêwendîya wê bi vîrusa korona re heye û wiha pê de çû: “Em % 100 ne piştrast in jiber ku hin kes hîn test nebûne. Gelek lêkolînên me yên ser wê nexweşîyê didomin jiber ku ew ji me re xemeke mezin e.”

Hancock  dibêje, “Tevî ku hejmara zarokên bi wê nexweşîyê dikevin hindik e jî ew nexweşî dibe sedema metirsiyeke girîng.”

Li gorî lêkolînên pizîşkî yên derbarê nexweşiya koronayê de, vîrusa koronayê gelekî kêm bandor li ser zarokan dikir, lê ew nexweşîya nû ku li Brîtanya, Îtalya û Îspanya tê dîtin, bedena mirovan pir germ dike û wan dikuje.