Brîtanya: Bi hezaran milyonerên rûs dixwazin birevin!
18 hezîran 2022 00:03
PeyamaKurd - Wezareta Berevanîya Brîtanyayê ragihand ku bi hezaran dewlemendên Rûsyayê dixwazin ji welatê xwe derkevin û biçin welatên din.
Wezareta Berevanîya Brîtanya di daxuyaniyeke li ser agahîyên koçberîye de eşkere kir ku ew serlêdanan 15 hezar mîlyonerên Rûsî raber dikin ku ew dixwazin ji Rûsyayê derkevin.
Hat diyarkirin ku bi koçkirina mîlyoner û olîgarkên rûsî re wê zirara aborîya Rûsyayê heta demeke dirêj berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye, ji ber dorpêçên welatên rojavayî yên bi sedema êrîşên ser Ukraynayê, ziyaneke mezin gihîştiye aboriya Rûsyayê û beriya niha hejmarek olîgarkên rûsî jî bi awayekî guman bi navê xwekuştinê can dabûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Tenduristî
Brîtanya dê bi hezaran bilêtên Eurovisionê bide Ukraynayiyan
26 sbt 2023
Rojhilata Navîn
Li Îraqê lêborîna giştî: Bi deh hezaran kes hatin berdan
04 sbt 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin