3 welat dixwazin ji Brîtanya veqetin

14 îlon 2026 16:55

Rêberên alîgirê serxwebûnê yên ji Skotlanda, Wales û Îrlandaya Bakur li Cardiffê li hev civiyan da ku memorandûmeke lêgihiştinê ya hevpar îmze bikin. Her çend mafê çarenûsiyê di bingeha peymanê de bû jî, rêberan bang li hikûmeta Londonê kirin ku ji bo guherîna destûrî û referandumên muhtemel amadekariyê bike.

3 welat dixwazin ji Brîtanya veqetin

RûpelNews - John Swinney, Serokê Partiya Neteweyî ya Skotlandê (SNP), Rhun ap Iorwerth, Serokê Plaid Cymru û Michelle O'Neill, Cîgira Seroka Sinn Féin, li Cardiff, paytexta Walesê, civiyan. Seroka Sinn Féin Mary Lou McDonald jî beşdarî lûtkeyê bû.

Di civînê de, serokên partiyan memorandûmeke lêgihiştinê îmze kirin ku tê de niyeta wan a ji bo tevgera hevbeş li ser mijarên wekî mafê çarenûsiyê, aborî, enerjî, Ewropa û hevkariya navneteweyî dihat diyarkirin. Di nivîsê de bang li hikûmeta Westminsterê hat kirin ku ji bo guhertinên destûrî yên muhtemel li Skotlanda, Wales û Îrlandaya Bakur 'amadekarî bike, plan bike û hêsan bike'.

"Mafê çarenûsiyê di bingeha peymanê de ye"

Serokê Skotlanda John Swinney, ku amaje pê kir ku hilbijartinên dawî ji bo Brîtanya dîmenek siyasî ya nû anîne holê, got, "Mafê çarenûsiyê bingeha peymana ku me îmze kiriye pêk tîne."

Lîderê Walesê Rhun ap Iorwerth, di heman demê de, anî ziman ku rêveberiya Londonê êdî ne di xizmeta berjewendiyên tevahiya Brîtanya de ye û diyar kir ku pêdiviya Walesê bi hêzên mezintir û muameleyeke wekhev heye.

Mary Lou McDonald jî peyman wekî "belgeyeke dîrokî" bi nav kir û diyar kir ku divê paşeroja Îrlandayê bi referandumê were diyarkirin. Rêvebera Îrlandaya Bakur, Michelle O'Neill, got, "Ti Serokwezîrê Brîtanî nikare tiştê ku diqewime rawestîne. Mafê çarenûsiyê ji me re pêwîst e."

Civîna li Cardiffê her wiha girîng e ji ber ku partiyên ku parêzvaniya guhertina avaniya destûrî ya heyî ya li Skotlanda, Wales û Îrlandaya Bakur dikin, di heman demê de di hikûmetê de ne. Anketên dawî nîşan didin ku piştgiriya ji bo serxwebûnê li Skotlandayê ji sedî 47, li Îrlandaya Bakur ji sedî 36 û li Walesê ji sedî 32 ye.