Bombeyek di karwana Hêzên Hevpeymana Navnetewî de teqiya

13 adar 2021 20:02
Bombeyek di karwana Hêzên Hevpeymana Navnetewî de teqiya

PeyamaKurd – Li Parêzgeha Dîwaniyê, bombeyek di karwaneke leşkerî ya Hêzên Hevpeymana Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de teqiya.

Îro li ser rêya parêzgeha Dîwaniye, di dema derbasbûna karwaneke Hêzên Hevpeymanan de teqînek pêk hat.

Li gor zanyarî diyar dikin, di teqînê de tu ziyaneke canî û madî çênebûye.

Ji ber neçalakbûna hêzên ewlehiyê û leşkerî yên Iraqê, bi dehan kom û milîsên terorîstî, tayfeyî û tund, li Bexda û bajarên din ên wî welatî belav bûne.