Bloomberg: Modela Nû ya Aborîya Tirkiyê di her 4 xalan de jî bin ket!

03 rêbendan 2023 01:27
Bloomberg: Modela Nû ya Aborîya Tirkiyê di her 4 xalan de jî bin ket!

PeyamaKurd – Analîsta Ajansa Bloombergê Aborînas Selva Bazikî diyar kir ku Modela Nû ya Aborîya Tirkiyeyê ku sala borî dest pê kiribû, di her çar xalên armanc kiribû de bin ketiye.

Li gorî Aborînas Selva Bazikî, Modela Nû ya Aborîya Tirkiyeyê di armancên xwe yên 4xalên wekî; zêdekirina veberhênanê, zêdebûya budçeya carî, bilindbûna nirxê lîreyê Tirk û îstiqrara bihayên berheman de, di sala 2022yan de bin ketiye.

Bazikî bi amaran eşkere kiriye ku nirxê TL li hember dolar ji sedî 29 kêm bûye û gihîştiye asta herî xirab a Pesoyê Arjantînê.

Herwiha enflasyona bihayiyê jî gihîştiye lutkeya 24 salên dawî û hatiye asta ji sedî 85an ku li gorî aborînasa Bloombergê wê zêdebûna enflasyonê di sala 2023yan de jî berdewam bike û ji ber polîtîkaya aborî ya Tirkiyê TL jî hîn lawaztir bibe.