Pasavanên Tirkiyê êrîsî modela Ûkraynî kirin

03 tebax 2020 16:30
Pasavanên Tirkiyê êrîsî modela Ûkraynî kirin

PeyamaKurd - Modela Ûkraynî Daria Kyryliuk û sê hevalên xwe li gundekî geştiyariya Çeşmeya Tirkiyê, rastî êrîşî pasevanên Tirk hatin.

Daria Kyryliuk modela Ûkraynî, li ser torên civakî wêneyê xwe yê piştî êrîşê parve kir û got, ‘‘Pasevanên Momo Beach êrîşî min û sê hevalên min kirin.’’

Herwiha modela Ûkraynî li ser wêneyê xwe gotiye, ‘‘Hûn tirsnak in’’

Li gor Kyryliuk diyar kir, raporeke berfireh ya bûyerê û giliyên xwe dane polîsan, lê mixabin heta niha tu encam derneketiye.