Blinken ragihand ku DYA têkiliyê bi HTS re danîne

15 berfanbar 2024 00:32
Blinken ragihand ku DYA têkiliyê bi HTS re danîne

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken ragihand ku raste rast têkiliyê bi HTŞê re danîne. Blinken behsa girîngiya pêvajoya demkî ya Sûriyê kir û got ku pêwiste rêz li mafên kêmnetweyan û jinan bê girtin.

Blinken, ji bo hevdîtinên li ser rewşa Sûriyê, piştî civîna wezîrê karên derve ya ku li Urdinê, li bajarê Akabeyê civiyabûn, civîna çapemeniyê li dar xist. Blinken got:

“Guherînên ku di 50 salan de li Sûriyê nebûn di hefteyekî de bûn. Em li ser gelek qaîdeyan bûn hemfikir ku li hemberê wan qaîdeyên, wê hukumeta Sûriyê bimeşe, DYA û hêzên li herêmê ji bo dahatûya Sûriyê dê desekê bidin hukumeta Sûriyê.

Pêwiste hukumeta demkî ya Sûriyê berfireh û bi nûnertiyekî fireh, rêz li mafên kêmneteweyan û jinan bigre, toleransê nede grûbên terorîst, stokên çekên kîmyewî îmha bibin û Sûriye bi cîranên xwe re baş îdare bike.”

Blinken li ser mijara têkiliyên bi PKK/YPGê re got ku bi Tirkiyê re, bi rayedaran re têkiliyan daniye, DEAŞ dikare ji rewşa Sûriyê fêde bibîne û meşandina têkiliyan bi HSDê re gelek girîng e.

Di civîna li Urdinê li bajarê Akabe de, wezîrên karênd erve yên DYA, Urdin, Erebistan, Tirkiye, Lubnan, Iraq, Misir û nûnerên YEyê û NY hebûn.