Antony Blinken li Kievê ragihand ku wê bi 2 milyar dolarî desteka leskerî bidin Ûkraynayê

16 gulan 2024 00:49
Antony Blinken li Kievê ragihand ku wê bi 2 milyar dolarî desteka leskerî bidin Ûkraynayê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken seredana Ûkraynayê kir û bi wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba re civiya û paşî bi hevre civîna çapemeniyê lidar xistin. Blinken di civîna çapemeniyê de ragihand ku wê bi miqdarê 2 milyar dolarî desteka leşkerî bidin Ûkraynayê.

Blinken, ragihand ku pêdiviya Ûkraynayê bi sîlih û muhîmmatan heye û wê bilez bişînin eniya şerî. Blinken got ku Ûkrayna bi êrîşên Rûsa yên bê wijdanî re rû bi rû ye û weha dewam kir:

“Em ji bo alavên zirxî, fuze, sîstemên parastina hewayî ecele dikin. Ji bo parastina leşker û sîvîlan em ecele dikin ku alavan bişînin cephê. Şandina sîstemên bergiriya hewayî ji bo berya her tiştiye.”