Biryara nûkirina hilbijartinên Erdexanê! CHP wê îtîraz bike!
PeyamaKurd – Hilbijartina ku serokê niha û namzetê CHPê Faruk Demîr li Erdexanê bi dest xistibû, ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve ku îtîraza rêveberiya AKPê nirxand hat betalkirin û biryara nûkirina wê hat dayîn.
Li gorî encamên ne zelal li navenda bajêr namzetê CHPê û Şaredarê niha Farûk Demîr 5 hezar û 49 deng, namzetê AKPê Yunus Baydar jî 4 hezar û 875 deng stendin.
Muduriyeta AKPê ji bo jinûve jimartina sindoqan û betalkirina hilbijartinê li dijî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî nerazîbûn nîşan da.
Lijneyê li ser delîlên ku AKPê bi daxwaznameyan pêşkêşî wan kiriye, bi piraniya dengan biryara nûkirina hilbijartinê da.
Di vê navberê de biryara nûkirina hilbijartinê piştî nerazîbûna AKPê rastî bertekên rêveberiya CHPê hat.
Hat zanîn ku CHP wê roja Înê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgehê bide. Biryara hilbijartina Şaredariya Erdexanê wê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgehê ve bê dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin