Biryar: Li Rojava diyaloga navbera Kurdan ji nû ve destpê dike

26 tîrmeh 2024 16:58
Biryar: Li Rojava diyaloga navbera Kurdan ji nû ve destpê dike

PeyamaKurd - Meclisa Leşkerî ya HSDê biryar da ku li Rojavayê Kurdistanê, di demeke nêz de, diyaloga navbera aliyên Kurd jinûve destpê bike.

Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di bin serokatiya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî de civîna xwe ya asayî li dar xist.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya HSDê, geşedanên siyasî û leşkerî yên heyî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin.

Di civînê de hate destnîşankirin ku divê ji bo hemû pêkhateyên civaka Rojavayê Kurdistanê siyaseteke pratîk û zelal bê meşandin û li hember hemû geşedanan amadekarî bêne kirin.

Di daxuyaniya piştî civînê hate dayîn de hate ragihandin ku Meclîsa Leşkerî ya HSDê, di civînê de banga ‘Di çarçoveya Sûriyeyê de, pêşxistina însiyatîfa çareseriyê’ kiriye.

Di daxuyaniyê de hate agahdarkirin ku di civînê de her wiha geşedanên di derbarê operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê jî bi berfirehî hatine gotûbêjkirin û hate destnîşankirin ku ji bo rawestandina hêrişên Tirkiyeyê, bi saziyên navneteweyî re pêwendiyên heyî bêne zêdekirin û xebatên di vî warî de bêne domandin.

Diyaloga navbera aliyên Kurd

Di daxuyaniya li ser civînê hate dayîn de her wiha hate destnîşankirin ku di civînê de biryar hatiye dayîn ku di demeke nêz de diyaloga navbera aliyên Kurd ên Rojavayê Kurdisltanê ji nû ve bê destpêkirin.

Li gor daxuyaniyê, biryar hatiye dayîn ku dema girêbestên tevlîbûna hêzên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê ji 2 salan bibe 3 sal.