Bilêta yariya Amedsporê tenê bi 1 lîre ye

27 mijdar 2019 19:52
Bilêta yariya Amedsporê tenê bi 1 lîre ye

PeyamaKurd – Tîma Amedspor ji bo yariya dawiya heftê ku bi Yenî Çorumsporê re tê beramberî hev, bihayê bilêtê wekî 1 lîre diyar kir.

Amedspor ku di Lîga Duyem Koma Spî ya Tirkiyê de dilîze roja Yekşemê li demjimêr 13:00 li Stadyoma Diyarbekirê bi tîma Yenî Çorumspor re tê beramberî hev.

Amedsporê bi mebesta ku tirîbunên xwe ji gel re veke, bihayê bilêta wê yariyê tenê wekî 1 lîreyê tirk diyar kir û bang li alîgirên xwe kir di roja yariyê tirîbuna ku 33 hezar kesan hildigire tije bikin.