Bihayê elektrîk û gaza xwezayî li Tirkiyê tê zedekirin
PeyamaKurd – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 1ê Tîrmehê pê ve bihayê elektrîkê ji sedî 15 û gaza xwezayî jî ji sedî 12 tê zêdekirin.
Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê diyar kir, ji ber zêdebûna mesrefa berhemanîna elektrîkê ji 1ê Tîrmeha 2021an şûn de, bihayê elektrîkê ji sedî 15 zêde bûye.
Li gor daxuyaniya saziyê di vê çarçoveyê de bo elektrîka malan dê welatî bo 100 kilovatsaat elektrîkê fon û bac jî di nav de dê 91,56 lîreyê Tirkî bidin.
Herwiha Kompanya Xetên Borî û Veguhestina Petrolê (BOTAŞ) li ser malpera xwe derbarê bihayê gaza xwezayî de diyar kir, ji bo avahiyan ji sedî 12 û ji bo santralên ku lê hilberîna elektrîkê tê kirin ji sedî 20 hat bihakirin.
BOTAŞê daye zanîn, avahî dê bo 1000 metresêgoşe gaza xwezayî hezar û 488 lîra û 9 quruşê tirkî û herêmên pîşesaziyê jî hezar û 783 lîre û 35 quruşê Tirkî bidin.
Elektrîka santralên hilberînê jî ji sedî 20 hat bihakirin û hat gotin ku dê bo 1000 metresêgoşe gaza xwezayî 2 hezar û 60 lîreyê Tirkî bê wergirtin.
Lîsteya bihayê gaza xwezayî mehane tê hesabkirin û ji sersalê heta Tîrmehê her meh gaza avahiyan ji sedî 1 hatibû bihakirin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji serê salê û heta niha ev cara heftem e ku bihayê gaza xwezayî tê zêdekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin