Tirkiye û Bulgarîstanê, li ser gaza xwezayî peyman çêkir

03 rêbendan 2023 21:30
Tirkiye û Bulgarîstanê, li ser gaza xwezayî peyman çêkir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji çapemeniya Tirkiyeyê hatin ragihandin, kompaniya belavkirina gaza xwezayî ya dewleta Bulgarîstanê Bulgargaz û kompaniya belavkirina gaza xwezayî ya dewleta Tirkiyeyê BOTAŞê, di warê gaza xwezayî de peymana hevkariyê destnîşan kir.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku kompaniya giştî ya gaza siruştî ya Bulgargaz, îro bi BOTAŞê re peymanek 13 salan destnîşan kir ku ji bo gihandina termînalên gaza sirûştî (LNG) ya Tirkiyeyê û şandina gazê ya ji bo Bulgaristanê.

Reutersê jî ragihand ku piştî Rusyayê firotina gazê ji bo welatên ku di meha Nîsanê de bi ruble nedane rawestandibû, Bulgarîstan hewil dide ku bi temamî bikaranîna gaza Rusî rawestîne.

Li ser mijarê, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Fatih Donmez di civîna çapemeniyê ya ku li Sofyayê hat lidarxistin de diyar kir ku peymana 13 salan e û her sal 1,5 milyar metrekup gaz dê ji Tirkiyeyê derbasî Bulgaristanê bibe û got, 

"Pênc termînalên me yên sereke Termînala LNG ya Saros FSRU dê tevkariyê li pêvajoyê bike. Tirkiye welatek e ku ji 15 welatan gazê dabîn dike. Ev jî yek ji gavên girîng ên Tirkiyeyê ye ku bibe navenda gazê."