Biden, pistî biryara OPECê têkiliyên bi Erebistana Si’ûdî re di ber çav de derbas dike

12 cotmeh 2022 01:36
Biden, pistî biryara OPECê têkiliyên bi Erebistana Si’ûdî re di ber çav de derbas dike

PeyamaKurd – Rêvebirê têkiliyên stratejîk yê konseya ewlekariyê yê Koşka Sipî ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku serokê Amerîkayê Joe Biden têkiliyên xwe yên bi Erebistana Si’ûdiyê re, ji nûh de di ber çav de derbas dike. Sedem jî ji ber di civîna welatên ku petrolê îxrac dikin di OPEC+ ê de û welatên di derveyê OPEC ê de, ji meha pêşiya me bi şûn de wê rojane hilberîna petrola dinyayê 2 mîlyon varêl kêm bikin ku di serê wan welatan de Erebistan heye.

Eger OPEC û welatên din derveyê OPECê de rojane 2 mîlyon varêl petrolê kêmbikin, ev tê vateya ku di dinyayê de wê bihayê petrolê zêde bibe û tade li welatên halê wan orte û paşdemayî çêbibe. Kirby, hevpeyvîna xwe bi televisyona CNN ê re kir û behsa tewrê Biden di derbarê kêmkirina petrolê û Erebistanê de weha got:
“Tewrê Biden di derbarê têkiliyên bi Erebistanê re gelek zelal bû. Piştî biryara OPEC ê niha wê raveyê dike. Ji ber biryarê, xeyalên Biden şikestin. Biden li ser çawaniya têkiliyên bi Erebistanê re dixwaze bi kongrê re bixebite.

Ji bo bi kongreyê re dest bi muzakereyan bike wê Biden zêde nesekine. Biryar ne tenê ji aliyê şerê Rûsya-Ûkrayna de her weha ji aliyê berjewendiyên netewî yên Amerîka de jî girînge.”

Li Amerîkayê bertekên li hemberê têkiliyên bi Erebistanê re dewam dikin. Serokê komita têkiliyên derve yê Senatoya Amerîkayê Bob Menendez, bi nivîskî ragihandibû ku xwestiye bi Erebistanê re tevî firotina sîlihan ku temamê têkiliyên xwe rawestînin. Menendez gotibû ku bi biryara OPEC ê re Erebistan, şerê Rûsya û Ûkraynayê geş kiriye. Li ser kêmkirina hilberîna petrola OPEC ê, Amerîka ji petrola xwe ya stratejik ev du care ku petrolê dixe bazara welat da bihayê petrolê zêde nebe.