Bi vekirina derî re penaber ji Basûr vedigerin Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Beşek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê ku hatine Herêma Kurdistanê, piştî ku deriyê Sêmalka-Pêşabûr ji welatiyan re hat vekirin serlêdanên xwe dikin daku vegerin ser malên xwe.
Li gorî amaran zêdetirî 249 hezar penaber in Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dimînin ku beşek ji wan ji sala 2019an ve piştî êrîşên Tirkiyê hatine Başûr û li kampa Berdereş bicih bûne.
Heta niha 850 penaber bi temamî vegeriyane Rojavayê Kurdistanê, lê ji ber tedbîrên vîrusa koronayê 75 roj in deriyê sînorî hatibû girtin ku nikaribûn vegerin.
Piştî vekirina derî 300 kesên li Kampa Berdereşê kaxezên xwe radestî kargêriya kampê kirine û dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Kempa Berdereş a penaberên Rojavayê Kurdistanê, ev 8 meh in ku hatiye avakirin û niha beşek ji penaberên kampê dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Rêvebirê Kampa Berdereşê Bêwar Kerîm ragihandiye, “Penaber serbest in, kesê bixwaze dê li vir bimîne û kesê ku bixwaze here Rojavayê Kurdistanê jî dê ji bo çûnê navê xwe tomar bike û karûbarên xwe yên fermî bide destpêkirin. Herwiha ew serbest in çi ligel xwe jî bibin ji bilî konên tê de dimînin.”
Heta niha zêdetirî 300 kesên xelkê Kampa Berdereşê navên xwe tomar kirine ji bo bi temamî vegerin Rojvayê Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin