Bi sedema bîranîna Dr. Qasimlo 10 xortên Kurd hatin desteser kirin
PeyamaKurd - Bi sedema bîranîna Şehîd Dr. Abdulrehman Qasimlo li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 10 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine desteserkirin.
Li gor zanyariyan hêzên ewlehiyê yên Îranê 10 xortên Kurd bi tohmeta ku di salroja terorkirina Sekreterê Berê yê PDKÎyê Dr. Abdurehman Qasimlo de, li nav bajarê Sine cilên Kurdî li xwe kirine ew desteser kirin.
Heta niha tenê nasnameya du ji wan kesan hatiye zanîn ku navê wan Hêmin Mihemediyan û Poriya Nasirî ye.
Dr. Qasimlo roja 13ê Tîrmeha 1989an li bajarê Viyena ya paytexta Nemsayê, dema ku bi rayedarên hikûmeta Îranê re danûstandin dikir, li ser maseya muzakereyê hatibû terorkirin ku 30 sal bi ser wê bûyerê re derbas bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin