ENKS: Bila bîranîna êsa Helebceyê bibe sedema yekrêzîya Kurdî
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro 15ê Adarê di salevegera 33yemîn a kîmyabaran û komkujiya Helebceyê de daxuyaniyek belav kir.
ENKSê kîmyabarana Helebce ya ji aliyê rêjîma Beas a Iraqê ve hatibû kirin, şermezar kir û bang li gelê kurd jî kir, ev bîranîna bi êş bibe sedema yekrêziya kurdî.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê ragihand, rejîma rûxandî ya Beasê ya Iraqê roja 16ê Adara 1988an komkujiyek di derheqê xelkê Helebce û gundên derdora wê de kir ku bû sedema şehîdbûna zêdetirî 5 hezar kesan û birîndarbûna nêzî 10 hezar kesên din ku piraniya wan zarok û jin bûn.
ENKSê diyar kir, “Ev êrîş yek ji êrîşên herî giran ên kîmyewî yên li dijî welatiyên sivîl bi kar tê bû. Ji ber hovîtiya vê êrîşa li ser gelê kurd hatiye kirin, hemû mirovahî û wîjdana cîhanê hejiya.”
ENKSê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Em wek Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriye, ligel ku vê tawana şermezar dikin, bang dikin ku roja 16ê Adarê bibe rojeke cîhanî ya qedexekirin çekê Kîmyayî.”
ENKSê di daxuyaniya xwe de, bang li gelê kurd kir, "Ev bîranîna bi êş bibe handanek ji bo yekrêziya kurdî li dijî rikeberiyan û ji bo parastina destkeftiyên ku serkirdatiya aqilmend a Herêma Kurdistanê bi dest ve anîne.”
ENKSê bang li gelê kurd jî kir ku roja 16ê Adarê di demjimêr 11:00 de li ser rê û li pêş mal û dikanan 5 kêlîkên bêdeng ji bo giyanên şehîdên Helebceyê rawestin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin