Bi dronan êrîş li baregeha Amerîkayê ya li Hesekê hat kirin
Bi du dronên bombebarkirî (xwekuj) êrîşî baregeha serbazî ya hêzên Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê hat kirin, lê ti ziyanên canî û madî çênebûne.
RûpelNews - Li gorî çavkaniyên xwecihî, îro Şemiyê 4ê Nîsana 2026an ragihand ku derdora baregeha serbazî ya Qesrikê li parêzgeha Hesekê, bi du dronên bombebarkirî hat armancgirtin. Li gorî zanyariyan, ji ber ku ev baregeh beriya niha ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatibû valakirin, ti ziyaneke canî û madî di encama êrîşê de çênebûye.
Baregeha Qesrikê berê jî çend caran ji aliyê grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê ve bi dron û mûşekan hatibû armancgirtin. Ev êrîş di çarçoveya gurbûna aloziyên li Rojhilata Navîn de pêk tê, ku tê de baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê rojane dibin armanca grûpên çekdar.
Hêzên Amerîkayê ji bo parastina baregehên xwe sîstemên parastina asmanî jêkirine û gelek caran bersiva van êrîşan dane. Armanca sereke ya mana van hêzan li Hesekê û herêmên din, parastina ewlehiyê û rêgirtina li derketina careke din a rêxistina terorîstî ya DAIŞê ye.
