Bi daxwaza Fransayê 4 dewlet ji bo pistgiriya Lubnanê dicivin

09 tebax 2020 15:29
Bi daxwaza Fransayê 4 dewlet ji bo pistgiriya Lubnanê dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro li paytexta Fransa Parîsê, li ser daxwaza Fransayê civîneke online ji bo piştgiriya Lubnanê tê lidarxistin.

Di civînê de Amerîka, Fransa, Rûsya, Misir û hejmarek rêxistinên navdewletî ji bo piştgiriya Lubnanê piştî teqîna mezin a ku li Beyrûdê rû daye, civînek online li dar dixin.

Serokkomariya Fransayê da xuyakirin, “Ev civîn dê ji bo pêşeroja Lubnanê pêwîstiyek û hêviyek be.”

Civîn bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî li dar dikeve û çav li rê ye piştgiriya aborî ji dewletên ku tevlî kongreyê dibin were bidestxistin û rêbazên belavkirina parên gel ji alîkariyan diyar bibin.

Li gel tevlîbûna navdewletî wê saziyên Ewropayê jî beşdarî vê civînê bibin da ku alîkariya mirovî ya lezgîn ji xelkê Beyrûdê re rê bikin.

Di teqîna Beyrûdê ya 4ê tebaxê de, 158 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 6 hezar kes birîndar bûn û bi dehan kes jî winda ne ku bi sed hezaran kes jî bê mal mane.