Bexdayê sedema civîna du alî ya Hewlêrê askere kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku armanca serdana lijneya aborî ya federal ya ji bo Hewlêrê ew bûye ku li ser çareserkirina pirsgirêkên heyî yên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de parvekirina nêrînan bûye.
Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, îro berî nîvro civîna lijneya aborî ya Iraq û ya Herêma Kurdistanê pêk hat.
Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serokatiya lijneya aborî ya Herêma Kurdistanê kir û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî serokatiya lijneya aborî ya Iraqê kir.
Wezareta Derve ya Iraqê di derbarê civîna lijneya aborî ya Iraq û ya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca civînê ew e ku di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser mijarên cuda û bi taybetî jî di warê aborî û darayî de lihevkirinek bê kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Civîn, wê du rojan bidome. Di çarçoveya hevdîtinan de, rêze danişînên teknîkî û hevkariyê yên taybet ên bi armanca entegrekirina nêrînan û gihiştina çareseriyeke bi bandor, wê bên lidarxistin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin