Nexwesxaneya Rizgarî ya Hewlêrê sedema zêdebûna mirinên li wê derê askere kir

10 tîrmeh 2020 15:22
Nexwesxaneya Rizgarî ya Hewlêrê sedema zêdebûna mirinên li wê derê askere kir

PeyamaKurd - Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê ragihand, ji ber ku nexweşên Koronayê yên ku rewşa wan xirab e li wê nexweşxanê tên razandin, loma herî zêde li wir haletên mirinê diqewimin.

Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê li ser rûpela xwe ya facebookê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, welatî dipirsin çima tenê li wê nexweşxanê nexweşên Koronayê dimirin.

Nexweşxaneya Rizgarî di daxuyaniyê de bersiva wê pirsê daye û ragihandiye, bila welatiyên Kurdistanê bizanin ku ti xemsarî û kêmasiyek nîne tenê ji ber wê yekê ye nexweşên Koronayê yên ku rewşa wan xirab e li Rizgarî tên razandin, loma haletên mirinê li Rizgarî zêde diqewimin. Ewên ku nexweşiya wan sivik e jî li nexweşxaneyên din tên razandin.