Bexda, nîvê budceya hukumeta Kurdistanê zêdetir nesandiye

20 tebax 2019 01:57
Bexda, nîvê budceya hukumeta Kurdistanê zêdetir nesandiye

PeyamaKurd- Hukuemeta Kurdistanê ragihand ku hukumeta Bexdayê ji nîvê budçeya hukumeta Kurdistanê zêdetir biriye û ji Kurdistanê re neşandiye. Berdevkê hukumeta Kurdistanê Cotyar Adil weha ragihand:

“Budçe ya Kurdistanê di nava budçeya Iraqê de 12.84 trîlyon dînar hat destnîşankirin. Lê Bexda di nav salekî de tenê 5.44 trîlyon dînar şandiye. Nisbeta perê petrola ku hukumeta Kurdistanê difroşe û pere wê dişîne bo Bexdayê yê rojane 250 varêle, ji perê ku hukumeta Bexdayê dibire gelek zêdetire.”

Adil ragihand ku ew amade ne xetên petrola Kurdistanê teslîmê Bexdayê bikin û weha got:

“Ji budeçe ya hukumeta Kurdistanê heya niha 7.39 trîlyon dînar pere hat birîn. Lê di mijara çareserkirina mijarê de hukumeta Bexdayê bi erînî tevdigere.”