"Bexda ji Kurdên Kerkûkê ditirse ku rabin ser piyan"

16 tîrmeh 2018 03:21
"Bexda ji Kurdên Kerkûkê ditirse ku rabin ser piyan"

PeyamaKurd - Hatibû ragihandin ku Hikûmeta Iraqê beşek ji hêzên xwe yên li Kerkûkê kişandiye û biriye parêzgehên Iraqê ji bo rawestandina xwepêşandanan, lê berpirsekî PDKê yê Kerkûkê red dike û dibêje Bexda çavdêrtiya Kurdên Kerkûkê dike ku ew jî xwepêşandanan bikin.

Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk – Germiyan Ednan Kerkûkî  ragihand: “Bexda hêzên xwe ji Kerkûkê nekişandiye û Hikûmeta Iraqê hest bi metirsiyeke mezin dike, lewma jî daxwaz ji hêzên xwe kiriye ku çavdêriya Kurdên Kerkûkê bikin ji bo ku ti xwepêşandanan nekin, bi teybetî jî li taxên kurdan.”

Ednan Kerkûkî wiha got: “Rewşa Kerkûkê pir xerab e, ti xizmeta xelkê nayê kirin û ewlehî li Kerkûkê nemaye. Jibilî wê yekê jî, proseya bi erebkirina Kerkûkê berdewam e û Kurd gelekî ji nerazî ne.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Hikûmeta Iraqê gelekî ji Kerkûkê ditirse ku ji destê wê biçe, ji ber ku dizane Kerkûk kurdistanî ye û tiştekî wan tê de tune ye.”