Bexdayê nefta Kerkûkê ji ser Îranê qut kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê hinartina nefta Kerkûkê bo Îranê radiwestîne û bi rêya Herêma Kurdistanê nefta Kerkûk derbasî bazara cîhanê dibe.
Ajansa nûçeyan a Reutersê nûçeyek belav kir ku zanyariyan dispêre du jêderên li nav hikûmeta Iraqê, tê ragihand ku ji meha bê ve Iraq hinartina nefta Kerkûkê bo Îranê radiwestîne.
Iraq di rewşa heyî de rojane 30 hezar bermil nefta xav bi rêya tankeran ji Kerkûkê dişîne bo Îranê û li gor nûçeyê ev biryara Iraqê ya sekinandina şandina neftê bo Îranê peywendî bi sizayên Amerîka yên li ser Îranê heye.
Reuters radigihîne ku berî 10 rojan hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftinek pêk anîne û li gor wê rêkeftinê nefta Kerkûkê bi rêya Herêma Kurdistanê dê derbasî lîmana Ceyhan a Tirkiyê bibe.
Di 16ê Cotmehê de, di encama xiyaneta baskekî YNKê de bajarê Kerkûkê ji aliyê Heşda Şebî û artêşa Iraqê ve hat dagirkirin û ji wê rojê û pê de nefta Kerkûkê bi tankeran bo Îranê dihat şandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin