Besek ji girtiyên li Tirkiyê hatin berdan lê siyasetmedarên Kurd û rojnameger nayên berdan
PeyamaKurd - Piştî ku yasaya lêborînê ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve hat pesendkirin û di rojnameya fermî de hat belavkirin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdana girtî û hikûmxwariyan destpê kir. Ji Girtîgeha Vekirî ya Semsûra Bakurê Kurdistanê 719 kes hatin berdan û heta 31ê Gulanê wek betlane bo wan tê hesabkirin.
Hat zanîn ku piştî bidawîbûna betlaneyê dê 332 kes bên berdan û 387 kesên din jî wek hikûmxwarî cezayê wan ê maye dê temam bikin. Bi vê yasayê tê çaverêkirin ku 90 hezar hikûmxwarî bên berdan, lê yasaya nû girtiyên siyasî li xwe nagire û ev jî bûye cihê nerazîbûna beşeke zêde ya xelkê û partiyên opozisyonê.
Li Semsûrê girtî bi otobûsan ji girtîgehê hatin derxistin û yên xelkê parêzgehê li Meydana Sûmer, pêş Walîtiyê û Parka Demokrasiyê hatin danîn û ji wan deran kes û karên wan ew bi otomobîlên taybet birin malê. Hat zanîn ku yên ne xelkê parêzgehê jî dê bo bajarên wan bên şandin.
Li Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê jî di jêr tedbîrên ewlekariyê yên tund de girtî bi otobûsan ji girtîgehê hatin derxistin. Ji ber vîrûsa Coronayê hikûmxwariyên di girtîgehên vekirî de wê heta 31ê Gulana 2020an wek betlane bo wan bê hesabkirin. Eger vîrûs neyê kontrolkirin ev dem 2 meh 3 caran dikare were dirêjkirin.
Tevî hemû pêşniyarên raya giştî û muxalefetê, siyasetmedarên Kurd, nivîskar û rojnameger û kesên ku ji ber derbirîna fikr û ramanê xwe girtî ne, ji aliyê AKP û MHPê de li derveyî ve projeyasayê hatin hiştin û ango nehatin berdan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin