Bertekên li dijî bêrêzî û sivikatiya li Ala Kurdistanê zêde dibin: ‘Divê bên cezakirin’
PeyamaKurd – Di xwepêşandanên doh yên xwendekaran ên Silêmaniyê de, ku hin aliyên xirabkar destwerdana mafên rewa yên xwendekaran dikin, bêrêzî û sivikatî li Ala Kurdistanê hat kirin.
Piştî dîmenên vê heqareta li Ala Kurdistanê hat kirin belav bûn, bertekên nerazîbûn û şermezarkirinê ji bo wê hewla qirêj hatin nîşandan.
Parlementera turkmen û endama firaksyona Partiya Geşepêdan ya Turkmen li parlementoya Kurdistanê, Sara Dilşad li ser heqareta ku li Silêmaniyê li alaya Kurdistanê hatiye kirin dibêje, “Doh li Silêmaniyê di nav xwepêşandana xwendekaran de heqaret li alaya Kurdistanê hat kirin. Heyf û mixabin. Alaya Kurdistanê semboleke pîroz û niştimanî ye û bi xwîna hezaran şehîdên Kurdistanê hatiye parastin û gelê Kurdistan di bin wê de xebat û şoreş kiriye û li hember dijmin û neyaran rawestiyaye.”
Parlementera turkmen aniye ziman ku, alaya Kurdistanê alaya hemû xelkê Kurdistanê û ew wek turkmen û hemû xelkê Kurdistanê di bin vê alayê de bi azadî dijîn û daxwaz kir ew kesên ku heqaret li alaya Kurdistanê kirine, divê bên sizadan û lêborînê jî ji hemû xelkê Kurdistanê bixwazin.
Li aliyê din hunermendekî kurd ê xelkê bajarê Silêmaniyê Heme Reşîd Heres li ser heqaret û bêrêziya li Ala Kurdistanê dibêje, yên ku heqaret li alaya Kurdistanê kirin, perwerdeya destê kesên xakfiroş in.
هەموو ساڵێک ئەم خۆپیشاندان و بەزمە ئەکرێت چەن ڕۆژێک بەردەوام ئەبێت دوایش وەکوو ئەوەی هیچ نەبوبێت. ئەگەر ڕێزی وڵاتەکەشتان ناگرن ڕێزی ئەو هەزاران شەهیدە بگرن کە داومانە لە پێناو ئەم ئاڵەیە… pic.twitter.com/Heo5TStSxI
— Hama Barznji (@m_barznji) November 23, 2021
Nivîskar û hunermendê kurd Heme Reşîd Heres dide zanîn, alaya pîroz a Kurdistanê sembola xebat û xwîna şehîdan e. Gelê kurd xebat kiriye ji bo ku vê alayê mîna nasnameya netewî ya xwe bilind bike. Alaya Kurdistanê milkê ti partî û aliyekî siyasî nîne, milkê her çar parçeyên Kurdistanê ye.
Heme Reşîd Heres gotiye, yên ku heqaret li alaya Kurdistanê kirine, perwerdeya destê kesên xakfiroş in. Pir heyf û mixabin e ew alaya ku ew qas pêşmergeyên qehreman ji bona wê canê xwe ji dest dane, lê hinek kes bi plana kesên xakfiroş û serserî bê hurmetiyê lê dikin.
Hêjayî gotinê ye, piştî belavbûna wan dîmên kirêt ên bêrêziya li Ala Kurdistanê li ser medya civakê jî Kurdên her beşên Kurdistanê û derveyî welat bertek nîşan dan û bi tundî ew êrîşa ser Ala Kurdistanê şermezar kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin